Sînemeya kurdî

Pênaseyeke kurt ya Sînema kurdî

Dema behsa sînema kurdî dibe, behsa doza kurd û mesela dagerkirina kurdistanê dibe, Sînema kurd wekû piraniya cûreyên hunerê li ba kurdan ragir û peyamnameya doza kurd e, ta niha fîlmên vê Sînemê bi giştî bûne amêra vegotina vê dozêye. Heta em dikarin bêjin Sînema kurd ji zikê doza kurd derketiye, ne pêdiviyeke xwezayî hunerî- çandîye. ew di zayina xwe de zayineke siyasî û dozî bû. Lê helbet ew nayê vê wateyê ku ew zayina siyasî bê pîvanên ciwankarirî û çelengbûnê bûn.

Bi qasî ku vê sînemê perçekirina vê cuxrafiya û xakê, û paşê jî bandora wê ya pîskolgy û neyinê li ser mirovê kurd derxiste holê, hewqasî jî ev Sînema xwedî pîvaneke bilind ya çelengbûnê bû. (Rê-Yilmaz GUNEY) (Dema hespên serxweş- Bahmand GHOBADÎ)

Her wisa bi derketina nifşên paşê re jî vê Sînemê ji derxistina neheqiya ku bi serê kurdan hatiye zêdetir berê xwe da mijara encam, ew jî mijara berxwedana insanê kurd e. (Berîtan- Derhêner Xelîl Dax) (Meş- Derhêner Selamo)

Bi van her du mijaran – neheqiya ku li kurd û kudistanê bûye, Paşê jî Berxwedana ku li dijî vê neheqiyê bûye- li hundir û li derve Sînema kurd imaj û nasnameya xwe çêkir.

Di Sînema Kurd de cihê Rojava

Birî ku Şoreşa 19. Tîrmehê. 2012 li Rojava destpê bike. Em nikarin behsa roleke berbiçav ya Rojava di Sînema kurdî de bikin. rejîma basî ya dictator û nejadperest ji bo hemû çanda kurdî, taybet jî ji bo çêkirina fîlman rê nedide ku atmosfêreke Sînemê li rojava çêbibe.

Di 1985 de li serêkaniyê hewildaneke çêkirna film çêbûbû, tevî ku fîlmê Kerîm Baqistanî kêşan bi dawî kiribû jî lê dîse ji ber sedemên ewlehîyê û mudaxeleyên istxbarata Basiyan vî Fîlmê nekarî ronahiyê bibîne ( karakterê sereke di film de ji ber tehdîdên Istxbaratê mudaxele kir û hemû dîmenên xwe şewitandin). Taybetmendiya vî filmî jî ji wê yekê tê ku ew yekem hewildana Rojava bû. Nemaze ku kamîremanekî baş û têgihştî wekî Ara KEŞÎŞYAN kêşana wî Filmî kiribû.

Piştî vê demê dirêj Ew mirovên li vî perçî bi mesela fîliman re alaqdar bûn jî li Bakur, Başûr û diyasporayê belav bûbûn

Li derve diyaspora hinek hewildanên çêkirinê çêbûn, bi derhênerên wekû Mano  XELÎL (David the Tolhildan), paşê jî Ekerm HEYDO. Çîroka hinder li derve hate rêsandin, di vê mijarê de jî em dikarin îmaje bi fîlmê (Helebça) 2011. yê Derhêner Ekrem Haydo bikin. Ku hem fîlmekî derhênerê wî ji rojavaye û hem jî weke belgefîlmeke serkeftî di dîroka belgefîlma kurdî de cihê xwe digr e. di vê demê de filmekî din –Akito 2013– ku derhênerê Suryanî Riad Asmar, jiyan û paradoksên civaka suryanî li diyaspora dijî kiribû mijar derket.

Paşê jî, dîse li derve hinek hewildanên nû çêbûn, bi derhênerên wekû Ghamkin SALEH (Yê nizana baqê Nîskana 2016) û Teymûr EVDIKÊ (Li paş mala me– 2018) ev girse zêdebû û mijara bingehîn yan filman jî hate guhartin.

Li hundir jî Ji bilî hinek bernameyên Tv, ên ku bi dizî dihatine kêşan û diçûne Televizyonên Başûr, Bakur û Orupa- Belgefîlma Zuhêr hasîb ya derhêner Teymûr Evdikê û Şêro Hindê. 2005. em nikarin behsa Sînema li vî Perçî bikin. Angu rejîma basî li sûrî û rojava hema hema bi temamî rê li ber vê hunerê û çanda kurdî girtibû.

Rojava. Sînema. Şoreş

Bi Şoreşê re ya giring çêbûye ew ku li Rojava destpêka sazîbûna vê hunerê hate damezirandin, bi damezirandina Komîna Fîlm ya Rojava re gelek derfetên çêkrinê hatine peydakirin. Ji vê zêdetir bi çêkrina festivalan re pêwendiyên bi derve re jî xurt bûn.

Ji aliyekî de çêkrina film- Darên bi tenê 2018. Fîlmê Şêro Hindê. Sûr. 2018. fîlmê Arsîn Çelik– – û bi darxistna Festîvalan re atmosfêrek baş û rihet hate peydakirin.

Ji aliyekî din ve jî ciwanên sînemahez ku berê derfet nedîtin, êdî heta radeyekê derfet ji bo çêkrin û nîşandanê li welêt li ber wan pêkanin.

Bi avakirina komîn, Şirketên taybet wekû Banos pirodtionRê pirdtion… hwd,  zemîneke nû ava bû ku dikare bihêle Sînema Rojava roleke mezin di çarçoveya Sînema Kurdî de bigre.

Piştî Şoreşê Hem Ji aliyê ramanî ve û hem jî ji aliyê girseyî ve bendewariyeke mezin ya Sînema kudî ji bo Sînema Rojava heye.

Em nikarin wan ji hev bixin, pêşketin û şikestinin siyasî û çêkirina filman li kurdistanê bi hev re girêdayîne, bi qasî ku doza kurd bi ser dikeve hewqas jî li kurdistanê çêkrina filman geş dibe. Bi qasî ku film jî li hundir û derve xwe dighîne temaşevan hewqas jî emmatî bi doz û siyaset kurd re dibe.

Ev bi xwe hem bûye nasnama sînema kurdan û hem jî dibe ku bibe asteng û xefka li pêşiya sînema wan, ya rast ewe ku sînema ne bi tenê mirêka civakê ya siyasî û dozîye. Civak qadeke berfirehe. Komedî, piskolgy, dîrokî, … hewd.

Helbet ew qeremanê-a ku bjektîva kurdan wî-ê dikêşe ji civakekê derketiye, ew civak jî, kêf, henek, piskolgy, êş û azarê wê he ne. şoreşe duyem jî ji bo sînema kurd ewe ku berê wê objektîvê berê xwe bide binîyê wê civakê.